Ji bo perwerdekaran noteke kurt
Alfabe, bi giştî koma sembolên dengan e. Her deng û nuansdeng, bi sembolekê anjî çend sembolan têne îfade kirin. Di hindek zimanên Ewrûpî da, du, sê heta çar sembol bo dengekê têne bi kar înan. Alfabe bi vê karakterîstîka xwe ve kilîlê xwandin û nivîsîna zimanî ye. Ziman hem wekî aletekî ragihandin û têkilîyê, hem jî bi wesfê xwe yê îdentîtêtîyê, hebûnekî jînde ye û bi vê jîndehîya xwe ve jî dînamîk e. Lewma wekî her hebûnekî jînde, bi bizav e, li goreyî hewcehîyên civatê pêşve diçe, xurt û zengîn dibe. Tekst û materyalên ku zimanî bi giştî formûle dikin, ne ”tabû” û ”ehdên dînî” ne, ku li ser neyête axivtin, riberiz û krîtîk li ser neyête kirin. Ziman û materyalên hûbûn [fêrbûn] û hûkirina [fêrkirin] zimanî, ji ravekirin û analîzên metodolojîya zanistîyê ne dûr in. Ji ber hindê, di nav prosesa dînamik ya civat û zanistîyê da, ziman û materyalên bi giştî zimanî, dikarin reforme bin, bêne guhorîn û form, rêz û rêzikên nû bêne peyda kirin û danan. Vê yêkê hewcehîyên zimanî û jîyanê tesbît û tayîn dikin. Li goreyî vê prensîba zanistî, alfabeya Kurdî û rêz û rêzikên gramatîk yên Kurdî jî, di nav kanalê xwe yê xwezayî da, dikarin reng û rûyên nû werbigirin. Di vê yêkê da, prensîba giring ew e ku, kar û xebatên di van waran da têne kirin, divêt zanistîyane û kolektîv bin. Çiku ziman hebûnekî kolektîv e û hem aletê têkilî û ragihandina civatê ye, hem jî îdentîtêta hebûna cudahîtîya xelk û neteweyan e. Li ber vê rastîya zanistî û objektîv, alfabeya bi tîpên Latînî ya Celadet Bedir Xanî danayî, ji xwe evro [îro] pratîken tête bi kar înan. Belêm eve di nav prosesa dirêj ya sîstemên perwerdekarîyê da, li goreyî hewcehîyên ziman û pêşkevtina civatê, li ber hemû lêkolîn, ravekirin, krîtîk, analîz û pêşniyarên reformatîv û modernîzekirinê yên zanistî vekirîye, ku ji xwe li ser ”ş” û ”ç”yên ku Celadet Bedir Xanî tesbît kirî da, pêşniyarên cuda evro jî gelek aktîv hene ku ”ş” wekî ”sh”, ”ç” jî wekî ”ch” bête nivîsîn. Lewma rê li ber lêgerînên di çarçoveya zanistî da ne girtîye û bizavên bi vî rengî dê dom jî bikin. Vêca digel alfabeya 31 tîpî, dana me ya dudeng û nuansdengan û herweha dengên lokal divêt di vê çarçoveyê da bête dîtin. Nuansdengên me dayî, ji xwe ji serê sedsala bîstan were li ser maseya riberiza zimannas û zimanzanên Kurd e. Ji nav dengên lokal jî yê ku me ji yên heta nihe cuda dayî, tîpa ”ü”yê ya di alfabeya Elmanî û Tirkî da heyîye. Ev ”deng”, di zimanê nivîskî û bi lêv kirina piranî ya Kurmancî [Kirmancî] da, bi tîpa ”û” tête nîşan dan. Lê belê, di devok û navdevokên Hekarîya da, ji lêva Behra Wanê bigirin heta Behra Urmîyeyê û Amêdî, Akre, Duhok û Zaxoyê, ev dengê ”ü” li şûna dengê ”û” bi giranî tête bi lêv kirin ku li hindek cihên Hekarî û Bahdîna wekî ”î” jî tête gotin. Lewma, me xwast vê ”nuans”a di devok û navdevokên Hekarî û Bahdîna da heyî, wekî faktekê bi giştî bidine zanîn.

