11.11.2022

ALFABE - ROJAN HAZIM

Ji bo perwerdekaran noteke kurt 


 

Alfabe, bi giştî koma sembolên dengan e. Her deng û nuansdeng, bi sembolekê anjî çend sembolan têne îfade kirin. Di hindek zimanên Ewrûpî da, du, sê heta çar sembol bo dengekê têne bi kar înan. Alfabe bi vê karakterîstîka xwe ve kilîlê xwandin û nivîsîna zimanî ye. Ziman hem wekî aletekî ragihandin û têkilîyê, hem jî bi wesfê xwe yê îdentîtêtîyê, hebûnekî jînde ye û bi vê jîndehîya xwe ve jî dînamîk e. Lewma wekî her hebûnekî jînde, bi bizav e, li goreyî hewcehîyên civatê pêşve diçe, xurt û zengîn dibe. Tekst û materyalên ku zimanî bi giştî formûle dikin, ne ”tabû” û ”ehdên dînî” ne, ku li ser neyête axivtin, riberiz û krîtîk li ser neyête kirin. Ziman û materyalên hûbûn [fêrbûn] û hûkirina [fêrkirin] zimanî, ji ravekirin û analîzên metodolojîya zanistîyê ne dûr in. Ji ber hindê, di nav prosesa dînamik ya civat û zanistîyê da, ziman û materyalên bi giştî zimanî, dikarin reforme bin, bêne guhorîn û form, rêz û rêzikên nû bêne peyda kirin û danan. Vê yêkê hewcehîyên zimanî û jîyanê tesbît û tayîn dikin. Li goreyî vê prensîba zanistî, alfabeya Kurdî û rêz û rêzikên gramatîk yên Kurdî jî, di nav kanalê xwe yê xwezayî da, dikarin reng û rûyên nû werbigirin. Di vê yêkê da, prensîba giring ew e ku, kar û xebatên di van waran da têne kirin, divêt zanistîyane û kolektîv bin. Çiku ziman hebûnekî kolektîv e û hem aletê têkilî û ragihandina civatê ye, hem jî îdentîtêta hebûna cudahîtîya xelk û neteweyan e. Li ber vê rastîya zanistî û objektîv, alfabeya bi tîpên Latînî ya Celadet Bedir Xanî danayî, ji xwe evro [îro] pratîken tête bi kar înan. Belêm eve di nav prosesa dirêj ya sîstemên perwerdekarîyê da, li goreyî hewcehîyên ziman û pêşkevtina civatê, li ber hemû lêkolîn, ravekirin, krîtîk, analîz û pêşniyarên reformatîv û modernîzekirinê yên zanistî vekirîye, ku ji xwe li ser ”ş” û ”ç”yên ku Celadet Bedir Xanî tesbît kirî da, pêşniyarên cuda evro jî gelek aktîv hene ku ”ş” wekî ”sh”, ”ç” jî wekî ”ch” bête nivîsîn. Lewma rê li ber lêgerînên di çarçoveya zanistî da ne girtîye û bizavên bi vî rengî dê dom jî bikin. Vêca digel alfabeya 31 tîpî, dana me ya dudeng û nuansdengan û herweha dengên lokal divêt di vê çarçoveyê da bête dîtin. Nuansdengên me dayî, ji xwe ji serê sedsala bîstan were li ser maseya riberiza zimannas û zimanzanên Kurd e. Ji nav dengên lokal jî yê ku me ji yên heta nihe cuda dayî, tîpa ”ü”yê ya di alfabeya Elmanî û Tirkî da heyîye. Ev ”deng”, di zimanê nivîskî û bi lêv kirina piranî ya Kurmancî [Kirmancî] da, bi tîpa ”û” tête nîşan dan. Lê belê, di devok û navdevokên Hekarîya da, ji lêva Behra Wanê bigirin heta Behra Urmîyeyê û Amêdî, Akre, Duhok û Zaxoyê, ev dengê ”ü” li şûna dengê ”û” bi giranî tête bi lêv kirin ku li hindek cihên Hekarî û Bahdîna wekî ”î” jî tête gotin. Lewma, me xwast vê ”nuans”a di devok û navdevokên Hekarî û Bahdîna da heyî, wekî faktekê bi giştî bidine zanîn.

ALFABE - ROJAN HAZIM

 

06.11.2022

Komkujîya Qesrokê – ROJAN HAZIM

31ê Adara 1991ê, li nêzîkî Qesrokê [Şêxan – Duhok – Bahdîna – Kurdistan] 11 [Yazdeh] Kurd bi komî hatin kuştin ji teref leşkerên rejima Sedam Husên û Beasê ve…

Mixabin ew komkujî heta nihe nehatîye zanîn…

Ewil car e ku bi pirtûka min ya bi navê TÎTAN ve dê bête zanîn û bibe malê dîroka nivîskî ya Kurdistanê…

Ji ser wê komkujîyê 30 sal borîn…Anku îro, 31ê Adarê [2021], sih salîya wê komkujîyê ye…

Di wê komkujîyê, anku “Komkujîya Qesrokê” da, pênc [5] xwecihên gundê Girzengilê bûn, ku ser bi Qesrokê ve ye, şeş [6] Kurdên dî jî ji dora Qesrokê bûn, bes nav û nîşanên wan nayên zanîn…

Ew her pêncên ji Girzengilê, Semirîyên Mala Miçolî bûn… Ji wan pêncan jî çar [4] bira bûn, yêk jî xalê wan bû…

Ew herçar bira kurên Temer Husên Feteh û Hewê Ehmed Temo bûn…Li wê komkujîya Qesrokê deh [10] kes mirin û kesek jî sax rizgar bû…

Hem jî bêyî ku birîndar be, sip sax ji wê komkujîya Qesrokê xilas bû…

Navê wî Tîtan bû… Tîtan Temer…

Bes mixabin ji çar birayan sê mirin…

Xalê wan jî digel…

Pêkve şehîd bûn…

Ez digel Tîtan Temerî axivtim, min guhdarîya wî kir û li ser wê bûyera trajîk ya bi serê wî û wan hatî, serpêhatî û dastanek nivîsî…

Serpêhatî & Dastan wekî pirtûka online ji alîyê Weşanxaneya Xanî & Bateyî ve di sih salîya komkujîyê da hate weşandin…

Navê pirtûkê TÎTAN e… TÎTAN – Serpêhatî & Das

Prologa pirtûkê û paragrafa XXVII-Xwezî ya Dastanê li jêr didem…

Agehîyên zêdetir di pirtûkê da ne… 

PROLOG 

Sih [30] salîya komkujîya Qesrokê:

Ev serpêhatî û dastana li ser komkujîya Qesrokê, li 12ê Adara 2019ê, piştî suhbet û axivtina digel Tîtan Temer û birayê wî yê mezin Mehemed Hesen Temer, hate nivîsîn û 31ê Adara 2019ê li malperên https://xwezabawer.blogspot.com û http://www.institutakurdi.org/

hate weşandin…

Belêm wekî “Pirtûka Online”, di sih [30] salîya  wê komkujîyê da, anku îsal [evsale], li 31ê Adara 2021ê, ji nav weşanên Weşanxaneya Xanî & Bateyî digihe ber destê xwandevanan…

Serpêhatîya trajîk ya Tîtan, sê bira û xalekê, berî sih sala li 31ê Adara 1991ê qewimî… Îsal anku 31ê Adara 2021ê, sih [30] salîya wê komkujîyê ye…

Sê bira û xalek, digel gelek Kurdên dî, berî sih sala vê rojê ji teref leşkerên rejima Beas û Sedamî ve hatin kuştin… Tîtan Temer Husên, ji wê komkujîyê bi rengekî mûcîzewî xilas bû… Min ev serpêhatî û dastane, li ser suhbet û întervuya [hevaxivtina] ku min bi Tîtanî ra kirî, rêsa, vehûna û ava kir.

Bi nivîsîn û weşana vê serpêhatî û dastanê ve ew hem têne bîrînan, hem jî bûyera bi serê wan hatî dibe malê dîroka nivîskî ku nifşên îro û paşerojê jê haydar bin û ji bîr neken… Gelek komkujî hatine kirin, serpêhatîyên bi zêdehî ve xembar hatine qewimandin li ser serê xelkê me…

Divêt hem ev serpêhatîye, hem jî hemû serpêhatîyên bûyî, bikene şuûr û hafizaya xelkê xwe ku bizanin li bin zulma kîjan dijminan mane, jîyane û paşê jî çawa bi bedelên mezin û giran rizgar bûne… Lewma neqil kirina serpêhatîyan, hem ji bo îro [evro] û hem jî bo subehî, ji bilî têr û ron kirina bîr û hizrî, ji alîyekê ve jî guhark in bo guhan ku bibine ders û tecrube… Ji ber hindê, serpêhatî her bi çi rengî bin divêt bêne nivîsîn ku dewsekê bihêlin di hiş û bîran da…

Anku:

Bîra xwe nekene bîra bêbin ku bibe tarî…

Bîra xwe jînde bigirin ku bibe ronahî…

Bi munasebeta sih [30] salîya vê komkujîyê, hemû şehîdên komkujîya Qesrokê û şehîdên Girzengilî, sê bira û xalekê, bi dilgermî bi bîr tînim û jîyekî dirêj bo Tîtan Temerî dixwazim ku ji wê komkujîyê sax rizgar bû… 

ROJAN HAZIM

Adar 2021

 * * *

Ji Dastanê paragrafa dawîyê: 

XXVII – Xwezî

Bîrînan…

Belê,

Me go bîrînan…

Bîrînan ji bîr nekirine,

Bîrînan,

Xasyeteke bi qîmet e,

Bihadar e,

Hetta pîroz e,

Bîrînan,

Wefadarî ye,

Bîrînan,

Bi nan û xwê bûne,

Bîrînan,

Hisa mirovbûnê,

Tîne bîr,

Bîrînan,

Haj xwe bûne,

Bîrînan,

Bi xwe,

Û

Dora xwe,

Hesyane,

Ji ber hindê,

Bi bîr bînin…

Bi bîr bînin,

Çiku,

Bîrînan çirîsk e,

Biçeqînin,

Wê çirîskê,

Di nav hucre,

Û

Labîrentên mejîyê xwe da,

Daku,

Agirî,

Û

Enerjîyê bide,

Hêza bîrînanên,

Mezintir,

Û

Gur û geştir,

Daku,

Bişarhîne,

Hez û vîna bîrînanê,

Ku,

Hiş û bîrê jînde bigre…

Bi bîr bînin,

Daku,

Ji bîr kirin,

Di serê we da,

Cih negire,

Û

Hiş û bîrên we,

Zevt neke…

Ji bîr neken,

Hezkirîyên xwe,

Ji bîr neken,

Bi bîr bînin…

Bi bîr bînin,

Her kî,

Û

Her çi,

Bo we,

– hêja be,

– ezîz be,

– delal be,

– bihadar be,

Bi bîr bînin…

Her kî,

Û

Her çi,

Li nik we,

Bi seng be,

Bi qîmet be,

Bi bîr bînin…

Bi bîr bînin,

Hemû,

Dilên xwe,

Heyî û neyîyên xwe,

Wan hebûnên xwe,

Yên wekî ew sax,

We bi kîjan,

Sifetî,

Nîşan dida,

Ew hejêkirina xwe,

Ya pak,

Ya temîz,

Û

Ya ji dil,

Bi wan gotinan,

Bi bîr bînin…

Û

Ji bîr neken,

Her bi çi rengî be,

Her bi kîjan,

Hizir û bîr,

Û

Bawerîyê be,

Bi bîr bînin…

Giring ew e,

Ku,

Bi bîr bînin…

Belê,

Bi bîr bînin,

Hezkirîya xwe,

Hezkirîyê xwe,

Hezkirîyên xwe,

Bi bîr bînin…

Bi bîr bînin,

Daku,

Hûn jî,

Bêne bîr…

Bo hezkirîyên xwe,

Bo parçeyekî ruha xwe,

Bo bînahîya çavên xwe,

Di her salvegera koça dawîyê da,

Anjî,

Her gav,

Û

Her lehzeya,

Ku,

Bixwazin,

Anjî,

Ew hezkirî,

Hate bîr,

An,

Hatine bîr,

Derkevine ber derî,

Û

Serê xwe rakin,

Û

Berê xwe bidene,

Esmanê,

Şîn,

Û

Sahî,

Çiku,

Çavê hezkirîyan,

Guhê hezkirîyan,

Dilê hezkirîyan,

Ew esman e,

Berê xwe bidenê,

Daku,

We bibînin,

We bibihîzin,

Û

We his biken,

Berê xwe bidenê…

Berê xwe bidene,

Wî esmanê berz û bilind,

Befr û baran jî be,

Birûsk jî biçeqin,

Ba û bager jî be,

Ewir be,

Û

Mij û moran jî be,

Ew esman,

Berê xwe bidenê…

Bi sahîtîya dilê xwe yê mezin,

Bi çavê dilê xwe yê ron û zelal,

Berê xwe bidenê,

Û

Xwe asteng neken,

Li kî derê bin,

Û

Di çi halî da bin,

Berê xwe bidene,

Wê deryaya esmanî,

Û

Bihêlin,

Bila bîrînanên we,

Bi dilê xwe,

Melevanîya biken,

Û

Lezê neken,

Sebir biken,

Û

Xemê nexwen,

Ev esmanê hinde sing fireh,

Her bi çi rengî be,

Her di çi halî da be,

Li ber we,

Û

Di xiyala we da,

Dê sahî be,

Û

Wisa bihizirin,

Xwe nedene paş,

Û

Berê xwe bidene,

Wê dinyaya mezin,

Wê dinyaya bê serî,

Wê dinyaya bê binî,

Û

Bi hazirî be,

An,

Spontan be,

Berê xwe bidenê,

Heke roj be,

Çavan,

Herwekî projektoran,

Bidene,

Ser wê dinyaya stêran,

Anku,

Berê xwe bidene,

Tacê stêran,

Anku,

Berê xwe bidene,

Hetava geş û germ…

Heke şev be,

Bînahîya çavên xwe,

Li ser,

Wê dinyaya bêhnveker,

Gelek tîr,

Gelek xurt,

Ron biken,

Û

Berê xwe bidene,

Heyvê,

Wê heyva,

Ku,

Di şevên reş û tarî da,

Dibe ronahîyek…

Berê xwe bidene,

Stêrkan,

Ku,

Bi wê biriqîna xwe ve,

Şubî mohrikên fosforîk,

Bûyne,

Xemla esmanî,

Û

Di cih da,

Ji hewayê maka jîyanê,

Anku,

Ji xwezaya jîndêr,

Bêhneke kûr bikêşin,

Pişan tijî oksîjen biken,

Dil û hinavan,

Bi wî hewayê bijûn,

Û

Saxker,

Têr û mişt biken,

Û

Bi dilekî asûde,

Bi serekî tena,

Berê xwe bidene,

Wê dinyaya li hindava serê we,

Ku,

Ew dinya,

Gelek hur e,

Ew dinya,

Gelek serbest e,

Ew dinya,

Gelek azad e,

Û

Pirdîqqet,

Û

Bi hiş û bîreke saxlem,

Berê xwe bidenê,

Û

Kîjan stêrk geş e,

– geş in,

Kîjan stêrk dibiriqe,

– dibiriqin,

Kîjan stêrk diteyise,

– diteyisin,

Çavên xwe ji wan nekin,

Û

Rûyê we,

Li başûr be,

Li bakur be,

Li rojava be,

Li rojhilat be,

Qet nekevine şikê,

Dudil nebin,

Seda sed,

Bizanin,

Ku,

Sekina we,

Qameta we,

Ya dil e,

Ya bîr û hizrê ye,

Ya aqil û mantiq e,

Lewma,

Rast e,

Durust e,

Û

Lê ye,

Û

Êdî,

Piştrast bin,

Û

Hingê,

Destê xwe yê rastê,

Danine ser dilê xwe,

Û

Bi girnijîn,

Anjî,

Bi çend gotinên,

Ji kûrahîya dil,

Anjî,

Bi melodîyeke,

Ku,

Hezkirî,

An,

Hezkirîyan,

Jê hez dikir,

Bi bîr bînin…

Anjî,

Bi fireke,

Ava pak û bijûn,

Ava zelal û sar,

Ava di şûşe An,

Tirarekê da,

Noş bêjin,

Û

Bi bîr bînin…

Anjî,

Bi şûşeyek çaya dem girtî,

An,

Fincanek qehweya sade,

Noş bêjin,

Û

Bi bîr bînin…

Anjî,

Bi kêşana qelûneke bask dirêj,

An,

Mirqeke cigareyê,

Bi bîr bînin…

Anjî,

Bi qedeheke meyê,

Ya ku,

Hezkirî,

Anjî,

Hezkirîyan,

Carina tam dikir,

Rakin,

Wê qedeha gerden zirav,

Bi wan dest û tilên,

Ku,

Wextekê,

Bi wan hezkirîyan ketî,

Rakin,

Wê qedeha,

Ku,

Bi meyê xemilî,

Û

NOŞ bêjîn,

Bi dengekî,

Bilind,

Bi dengekî xweş,

Bi dengekî dilveker,

Û

Bi dengekî dilxweşker,

Ku,

Bilbil,

Û

Kew,

Û

Çend çûçik,

Û

Firindeyên deng xweş,

Hay lê bin,

Û

Bi wan dengên xwe yên,

Efsûnî,

Bixwûnin,

Û

Di nav van dengên,

Wekî muzîka orkestrayê da,

Di nav vê ahenga dengan da,

Bêjin,

NOŞ!..

Û

Bi bîr bînin…

Û

Bêjin,

NOŞ,

Ruha me,

Dilê me,

Mala me,

Dinyaya me,

Ronahîya me,

Herdaîm,

Li bîr î,

Her dem,

Li bîr in,

Û

Çu cara,

Ji bîr naçî,

Qet û qet,

Ji bîr naçin,

Û

Li cihê,

– herî nazik,

– herî xwumal,

– herî germ,

– herî saxlem,

Li cihê,

– gelek saf,

– gelek temîz,

Anku,

Di nîveka dilê me da yî,

Heta hetayê,

Di nîveka dilê me da ne,

NOŞ!..

NOŞ!.. 

ROJAN HAZIM

12 Adar 2019, Hewlêr / 12 Adar 2021, Kopenhag 

Lînka pirtûkê:

Blog:https://xwezabawer.blogspot.com/2021/03/titan-serpehati-dastan-rojan-hazim.html

05.11.2022

Pêşgotina Terteleya Dêrsimê - ROJAN HAZIM

Şûna pêşgotinê

 

Di romana da edetê nivîsîna pêşgotinê nîne. Lê di wergêran da carina pêdivî bi çend gotinan dibe ku mirov hindek tiştan îzah bike. Lewma min jî hewce dît ku li ser vê wergêrê agahdarîyeke kurt bidim.

Pêşîyê bi wê gotina mana bilind ya Seyid Rizayî dest pê bikim. Tête gotin ku Seyid Riza berî îdama xwe -[ Heftîya sêyê ya meha Teşrîn-Mijdar-November 1937ê – Ji ber ku roja îdamê ji 15ê heta 19ê meha 11an cuda tête gotin. Bi giranî 17ê mehê bête gotin jî nezelalîyek heye, lewma min „heftîya sêyê“ nivîsî]- ji bo dek û dolab, entrîka, desîse û fen û fêhlên rêvebirên dewleta Tirk wisa dibêje:

Ez bi direw û hîleyên we ne westam, eve bo min bû derd.

Belêm min jî li ber we çok neda, eve jî bila bo we bibe derd.

Seyid Riza

 

Kêm kitek bêbext têne, piranîya mezin ya kur û kiç û nevîyên pêşeng û rêberê dînî û xelkî yê Dêrsimê Seyid Rizayî, şîreta wî înane cih û li ber dewleta dagîrker û kolonyalîst ya Tirk çok nedan, serê xwe şor nekirin û berxwedaneke pîroz nîşadan [nîşandan] û ev prosesa azadî û rizgarîyê didome. Misqalek şik têda nîne ku dawîya vê berxwedanê serkevtin û serfirazî ye û eve wekî Seyid Rizayî gotî, bo dewleta Tirk bûye derdekî bê derman.

 

Yêk ji kurên axa Seyid Rizayî, axa Dêrsimê jî niviskarê vê romanê Haydar Işik e û wî jî şîreta mezinê Dêrsimê Seyid Rizayî û şîreta herî mezin ya qehremanê vê romanê, ya Elîbînatî, Elîbînatê zaner [alim], bi qelemê xwe înaye cih. Wekî Elîbînat kurê xwe Mîrzalî [Mîrzaelî] digel çend xortên Dêrsimî rêdike Xarpêtê ku ji telefbûnê xilas bike, wisa dibêje wan: „Ji bîr nekin yên hatine kirin. Kirinên li xelkê Kurd ji bîr nekin. Di keysê ewil da vegerin. Hûn ciwan in. Zarokan çêkin, sê sê, pênc pênc. Berî ku hûn wan çîrokên ku min li şevên zivistanê digotin, terteleya Dêrsimê bêjin. Bila zarokên we rastîyê fêr bin.

Şîretên min newebî [zînhar – eman ha] ji bîr nekin. Ji bîr nekin!“.

„Ji bîr nekin vê qetilamê [komkujîyê – jenosîdê – nijadkujîyê – qirkirinê]. Ji bîr nekin vê terteleyê! Bêjine zarokên xwe vê wehşetê.“ [r. 208]

 

Haydar Işik ev şîrete înaye cih û ew êş û jana xelkê Dêrsimê, ew hovîtîya dewleta Tirk bi nivîsîna vê romanê, bi vê teksta edebî kirîye belgeyeke dîrokî ku nifşên nû bi wê terteleyê, jenosîdê bihesin.

 

Romana Haydar Işik, Jenosîda Dêrsimê; li ser wê bûn û bûyera [qewimîna] trajîk ya xelkê me yê Dêrsimê ya 1938ê ye. Bi gotineke dî, bi rengê romankî serpêhatîya bi êş û jan ya xelkê Kurd yê Dêrsimê ye. Dêrsimî bi xwe vê bûyerê wekî ”Terteleya Dêrsimê” bi nav dikin. Haydar Işik jî ev romane bi Tirkî nivîsîye û ev nav lê kirîye: Dersim Tertelesi. Anku ”Terteleya Dêrsimê”.

Haydar Işik wekî daxwaza wergêra vê romana xwe [Dersim Tertelesi & Terteleya Dêrsimê] ji min kirî, pirtûkek jî bo min rêkir. Piştî min xwand, ez li ser analîz, bihakirin û hilsengandina vehûnandina teknîk û zimanî ya romanê nerawestam, mijar û naverok bo min gelek giring hat û lewma jî wergêra wê min wekî erkekî mirovî û neteweyî qebûl kir. Min jî xwast ev romana li ser vê trajedîya xelkê me yê Dêrsimê, ji alîyê hemû xelkê me ve bi zimanê xwe bête xwandin û ew qewimîna trajîk bi zimanê xwe bête zanîn û ev demê bi kul û keser yê dîroka xelkê me, ku bi teksteke edebî lê bi zimanê Tirkî hatîye nivîsîn, bibe zimanê wî xelkê ku hatîye qirkirin anku Kurdî jî. Daku em baleke xurt jî bikêşine ser vê pirtûka ku behsê nijadkujîya li ser xelkê Kurd, xelkê Dêrsimê dike, me hemû sînonîmên vê qetilama mezin nivîsîn û kirine navê pirtûkê: Terteleya Dêrsimê, Qirkirina Dêrsimê, Komkujîya Dêrsimê, Nijadkujîya Dêrsimê, Jenosîda Dêrsimê.

Romana Terteleya Dêrsimê [Dersim Tertelesi], min ji çapa yêkemin ya ku ji alîyê Weşanxaneya Belge ve li meha 11an ya sala 1996ê li Stanbolê çap bûyî wergêrande Kurdî [Zaravayê Kurmancî]. Di tercumeya [wergêra] vê romanê da min metodekî nû bi kar îna. Gotinên sînonîm [hevmana] û versiyonên cuda yên gotinan di nav parantêza bikoşe da li rex gotinê bi cih kirin. Herweha hindek gotin jî bi kurtî jî be îzah kirin û bi îşareta [–RH] kivş kirin. Puntoyên gotinên di nav parantêzê da biçûktir in. Min  dişîya [dikarî] ferhengokeke biçûk li dûmahîka pirtûkê zêde bikim. Belêm xwandevan ji bo gotinekê gavê seetê da berê xwe daba dawîya pirtûkê û eve da dîqqeta [bala] xwandevanî belav bike û herikîna xwandinê sist bike. Lewma min ev metodê nû bi kar îna û gotinên sînonîm di nav parantêzê da danan rex gotinan. Heke xwandina kêm ya Kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê Kurmancî [bi giranî jî li bakur] li ber çavan bête girtin, ji bo midehekê, bo demekî borînde [muwaqet] ev metode dê têgihiştina naveroka romanê bi sanahîtir [hêsantir] bêxe. Herweha bi vê yêkê gotinên sînonîm jî dê bêne zanîn û ji alîyê xwandevanên ji navçeyên [herêmên] cuda ve xizîneya gotinan jî dê zengîn bibe.

Hêvî dikim ev belge romane [dokument romane] bi zewqeke mezin bête xwandin û ew kir û kiryara ji teref dagîrker û kolonyalîstên Tirk ve bi serê xelkê Kurd û Kurdistanê, bi serê Dêrsimîyan hatîye înan, bi rêya teksteke edebî bête zanîn û têgihiştin.

Ravekirin û bihakirina pirtûkê ya bi giştî, edî em bo xwandevanan û krîtîkerên edebîyatê dihêlin.

Agahdarî û serastîyeke biçûk:

Ji bilî beyta ji strana ”Dêrsim di nav çar çiyayan da” ya li serê romanê, gotin û hevokên îtalîk hatine nivîsîn zazakî [dimilkî] ne.

Di orîjînala pirtûkê [ya Tirkî], rûperê 194ê rêza 5ê da navê Hayriye [Xêrîya] hewce ye Cewrîye be. Min ew di Kurdîyê da serast kir ku xuya ye ”sehwen” çêbûye.

Nivîskarî di destpêka pirtûkê da beyteke strana; ”Dêrsim di nav çar çiyayan da / Gula wê di nav bardaxan da” nivîsîye. Di nivîsîn, gotin û xwandina vê stranê da versiyonên cuda jî hene. Bo nimûne; ” ”Dêrsim di nav çar çiyayan da / Gula wê di nav baxan da” anjî ”Dêrsim di nav çar çiyayan da / Gula wê di nav çiyayan da”. Helbet min ya nivîskarî esas wergirt.

Agahdarîyeke kurt ya li ser nivîskarî di dawîya pirtûkê da ye.

Herweha navên rutbeyên fermandarên ertêşa Tirk yên di vê romanê da jî, her bo agahdarî, li dawîya [dûmahîya] pirtûkê hatine zêde kirin.

ROJAN HAZIM

Sibat 2011

TÎTAN - Serpêhatî & Dastan - ROJAN HAZIM